|
|
|
Hisiça: Şahidek dibêje gunehbar bê guneh in
KURDWATCH, 31ê gulana (May) 2012ê – Di 23ê gulana 2012ê de Dadgeha Cezayê li Hisiçayê di rûniştina dadkirina Munzir Iskan Ehmad (jidayikbûn 1983 li Tenûriyê), Ciwan Yûsiv Yûsiv (jidayikbûn 1986) û Fîraz Cuma el-Ehmed (jidayikbûn 1983 li Qamişlo) [agahiyên bêhtir li ser mijarê] de, pir ji Yûsiv Nebî wek şahidê dozgeriya dewletê kirin. Li gor Ehmed Nebî gotiye ku gumanbarên ku kuştina polîsan ketiye sukra wan, bê guneh in. Di pey re Fîraz Cuma el-Ehmed li protokolê zêde kir ku gumanbaran di bin işkenceyê de mecbûr bûne axaftinên şaş bikin ku rewşa wan nexweş dikin. Rûniştina bê dê di 19ê tîrmeha 2012ê de li dar keve.
|
|
|