|
|
|
Qamişlo: Xwenîşander hîn jî ne yekbûyî ne
KURDWATCH, 7ê hizêrana (June) 2012ê – Di xwenîşandanên 1ê gulana (May) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Zarokên Hola, xetîreyên serkeftinê« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kirin. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) di bin dirûşmeka xwe de derketin »Maşûqê Xeznewî şêxê şehîdan«. Xeznewî li 2005ê, tê guman kirin ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Sûriyê ve, hatibû revandin û kuştin. Li Qamişlo xwenîşandanek hebû li tarikên Qanat Swês û Kornîş. Piştî êrîşa alîgirên Encumena Niştîmanî ya Kurd heftîya çûyî li ser endamên Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê du xwenîşandanên cuda li dar ketin. Çar xwenîşandanên dî destpêkirin ji cihê serekî yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr. Xwenîşandan hatibûn rêxistin ji aliyê PYD, Encumena Nişîmanya Kurd, Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurd li Sûriyê û Şepêla Pêşeroja Kurd li Suriyê. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku hatibûn amade kirin ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurd û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbespî, Girkê Legê, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî, Kobanî û herweha li taxên Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn û Zorava li Şamê xwenîşandanên navendî pêk hatin.
|
|
|