|
|
|
Efrîn: PYD bi zora revandina çalakvanan nuqteyên teftîşê saz dike
KURDWATCH, 11ê hizêrana (June) 2012ê – Di 3ê hizêrana 2012ê de endamên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) gundê Basûta li herêma Efrînê dorpêç kir û heft çalakvanên hevrêzên herêmê revandin. Bi wê re pevçûn çêbûn, endamên hêzên ewlekariyê yên sûrî jî piştgiriya endamên PYD kirin. Di encamê de kesek birîndar bû. Sedemên revandinê pirsgirêkek bû di nav gundiyan û PYDê de: Xelk li dijî sazkirina nuqteyeke teftîşê ya PYD derketibûn. Kesên revandî di 6ê hizêrana 2012ê de serbest hatin berdan, piştî ku gundiyan sazkirina nuqteya teftîşê pejirand. Di dema sazkirina wê de karmendên dezgehên ewlekariyê amade bûn.
|
|
|