|
|
|
Şam: Xwendekarek piştî işkenceyê bi kefalet ji zindanê hat berdan
KURDWATCH, 17ê hizêrana (June) 2012ê – Xwendekar Mihemed Ferhad Seyda (jidayikbûn 1988) di 4ê hizêrana 2012ê de ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Yekê li Şamê ve bi kefalt ji girtîgehê hat berdan. Ew di 29ê gulana 2012ê de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve li ser sînorê Sûriyê-Libnanê ve hat girtin dema ew ji Libnanê vedigeriya. Di dema girtina wî de bi Seyda re rojane bi seetan tehqîq dihat kirin, ew rastî lêdanên bi dar û kebilan dihat. Ew bi piştgiriya aborî ya Artêşa Sûrî ya Azad hat gunehbar kirin. Rûniştina bê ya dadgehê di 28ê hizêrana 2012ê de ye.
|
|
|