|
|
|
Efîn: PYD gel çekdar dike
KURDWATCH, 18ê hizêrana (June) 2012ê – Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) li Efrînê çek û guleyan bi nirxên erzan difiroşe xelkê. Li gor agahahiyên çavkaniyekî alîgirên PYD tivingan bi 20 000 lîreyên sûrî distînin û kesên dî 25 000 lîreyan ji bo tivingekê didin. Li gor heman çavkaniyê PYD çekan nade hin kesan. Endamekî Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê hewil da çekekê bikire, lê wî nekarî wê bi dest bixe. Li gor çavkaniyeke dî çekên giran jî li cem PYD peyda dibin, ku ji çiyayên Qendîlê (Kurdistana Iraqê) tên û di rêya Îranê re bi balafiran hatin anîn herêmê.
|
|
|