KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Kobanî: Karmendên dewletê dev ji bajêr diberdin

KURDWATCH, 24ê tîrmeha (July) 2012ê – Li 19ê tîrmeha 2012ê hejmarek mezin ji karmendên dewletê herweha yên hêzên ewlekariyê yên Sûrî dev ji bajarê Kobaniyê berdan. Piştî demeke kin endamên partiyên kurdî yên cuda dest avêtin ser çend avahiyên xidmetê yên valamayî, di nav wan de avahiya şaredariyê, nivîsgeha partiya Baas û herweha navendên muxaberatan û yên polîsan. Hin karmendên dewletê, di nav wan de polîs jî, yên ku li cihê kar ma bûn, soza hevrêzî û bindestiya xwe ya timam ji bo biryarên partiyên kurdî dan. Bi şev endamên komîteyên herêmî yên Encumena Niştîmaniya Kurd û yên Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistan hev dîtin, ji bo li ser gavên pêş de biaxivin. Wan ragehandinek belavkirin, ku di nav biryarên wê de, bangî hemû kesan dihat kirin, yên ku di îdareyên xidmetî de kar dikir, ji bo karê xwe wekû berê berdewam bikin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]