KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Erbîl: Encumena Niştîmanî ya Kurd û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê peymanekê imze dikin

KURDWATCH, 28ê tîrmeha 2012ê – Li 11ê tîrmeha 2012ê nûnerên Encumena Niştimaniya Kurd û yên Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistan li Selah Aldîn (Kurdistana Iraqê) peymanek imze kirin, ku lihevkirina Erbîlê ya ku li 11ê hizêranan 2012ê hatibû imzekirin [belgeyê daxîne] timam dike. Nuqteya yekê ji belgeyê peymana Erbîlê dipejirîne û bikaranîna wê radigehîne. Di bin nuqteya diwan de sazkirina komîteyeke hevbeş tê ragehandin, ya ku karê wê danîna bingehên siyaseta giştî û birêvebirina tevgera Kurdî ye. Komîte û hemû komîteyên dî ê wekhev ji endamên herdû encumenan bên sazkirin û biryar bi rêya lihevkirinan bên standin.
Nuqetya sisêyê girêdayî sazkirina komîteyên cuda yên ixtisasî ye. Nuqteya çaran daxwaza rawestandina êrîşên medyayê dike, nuqteya pêncan bikaranîna zordarîyê qedexe dike û herweha hemû çalakiyên ku dikarin bibin sedema bihevketinê li herêmên kurdî. Nuqetya şeşan pêveka bendên kar ya peymana Erbîlê dipejirîne û nuqetya heftan daxwaza sazkirina komîteyan di dema du heftiyan de di pey imzekirina peymanê dike. 

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]