KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Dêrik: Rejîm îdareyên xizmetan û deverên deştî ji PYD re dihêle – Navendên muxaberatan dîsa hatin bidestxistin

KURDWATCH, 5ê tebaxa 2012ê – Di 21ê tîrmeha 2012ê de endamên çekdar yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hejmarek mezin ji nuqteyên kontrolê û navendên polîsan li deverên deştî yên navçeya Dêrikê kirin destê xwe de, yek ji wan deveran Indîwer e. Herweha tena deriyê sînorî yê di navbera Sûriye û Kurdistana Iraqê de li Fiş Xabûr kete destê PYD de, piştî ku hêzên ewlekariyê xwe jê paşde kişandibûn. PYD ji wê demê ve tevaya sînorên sûrî-tirkî li bakur û rojhilatê Dêrikê, herweha sînorên sûrî-iraqî li başûrê bajêr kontrol dike. Herweha di 21e tîrmehê de endamên PYD çend daîreyên dewletê li Dêrikê kirin bin destê xwe de, di nav wan de şaredarî, navenda ewlekariya dewletê û ya muxaberata leşkerî, dadgeh, banka çandinî, çend navendên polîsan û herweha avahiya telefon û postê. Çend demjimêran piştî dagîrkirinê li cem navenda muxaberata leşkerî teqîna fîşekan di nav hêzên ewlekariyê yên sûrî û endamên PYD de destpêkir, di encamê de endamê PYD yê ji Îranê Bawer Mako jiyana xwe ji dest da. Hêzên ewlekariyê hemû navendên muxaberatan dîsa kirin bin destê xwe. Vê gavê hemû îdareyên xizmetan, dibistan û nexweşxaneyên dewletê ji aliyê PYD ve tên çavdêrîkirin, kontrola karmendên rejîmê li ser hemû navendên muxaberatan berdewame. Yekîneyeke artêşa sûrî heta niha jî di qijleyeke sê kîlometre li başûr-rojavayê Dêrikê de bicih e. Endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê komîteyeke hevbeş damezrandin, ji bo ku Dêrikê birêvebibin. Encûmena Niştimanî ya Kurdî daxwaz kir ku di kontrolkirina hemû nuqteyên ewlekariyê û avahiyan de bê beşdar kirin. Lê PYD tenê amade bû ku avahiyên li nava bajêr hevbeş birêvebibe .

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]