|
|
|
Til Koçer: Artêşa Sûriyê deriyê sînor dîsa dike bin destê xwe
KURDWATCH, 6ê tebaxa (August) 2012ê - Di 21ê tîrmeha 2012ê de yekîneyên Artêşa Sûrî ya Azad deriyê herî giring di navbera Iraqê û herêmên kurdî li Sûriyê li nêzîkî Til Koçer, heştê kîlometre li rojhilatê Qamişlo, kirin bin destê xwe. Di sersibeha 22ê tîrmeha 2012ê de Artêşa Sûriyê, bi tank û helîkopteran, karî bajarê ku Kurd û Ereb lê dijîn û herweha deriyê sînor vegerîne bin destê xwe. Hejmarek mezin ji çalakvanan hatin girtin, di xaniyan de lêgerîn pêkhatin û dikan hatin talankirin. Hejmarek malbat di rojên di pey de dev ji xaniyên xwe berdan, wan li gund û bajarên hawîrdorê parastin dîtin.
|
|
|