|
|
|
Hisiça: Girtî ji Qamişlo û Dêrikê veguhestin Hisiça
KURDWATCH, 11ê tebaxa 2012ê – Çavkaniyên agahiyan ji zindanan navendî ya Hisiça ji KurdWatch re ragehandin, ku heta 6ê tebaxa 2012ê hemû sedûheştê girtiyên zindana navendî ya Qamişlo û herweha diwazdeh girtiyên zindana Dêrikê bo Hisiça hatin veguhestin. Di pey wê re zindana Dêrikê radestî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hat kirin. Zindana navendî ya Qamişlo hîn jî ji aliyê dewletê ve tê kontrolkirin.
|
|
|