|
|
Hevpeyvîn
Mustafa Cuma, siyasetmedarê kurd:
»Çekên PYD hene û yên me nînin. Ewê me tevan bikujin«
KURDWATCH, 16ê tebaxa (August) 2012ê – Mustefa Cuma (jidayikbûn 1947 li Kobanî) cîgirê serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye û sekreterê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê (Azadî) ye. Di 24ê hezîrana 2012ê de ew ji aliyê endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hat revandin, ji dema serbestberdana wî ve ew li Kurdistana Iraqê dijî. Ev hevpeyvîn, ya ku ew tê de bi taybetî li ser têkiliyên partiya xwe û PYD diaxive, çend rojan berî revandina wî hat tomarkirin.
KurdWatch: Di destpêka hezîranê de PYD êrişî endamên partiya we li Efrînê kirin, ew revandin û eşkere bi giranî rexne kirin. Çima partiya we? Mustefa Cuma: Li herêma Efrînê partiya me bi karê Encûmena Niştimanî ya Kurdî radibe. Li gundên ku PYD di wan de êrişî me kir, semînarên siyasî lidarketin. Çalakî hebûn, yên ku bi hezaran kes di wan de beşdar bûn. Guftûgoyên siyasî li ser pirsa kurdî û çalakiyên siyasî hebûn. PYD dixwaze nîşan bide ku tenê ew heye, ku tenê alîgirên wê hene û ku gel tiştên PYD dixwaze dike. Piştî ku em çalak bûn û gel dît ku gelek alîgirên me hene, PYD destpêkir astengiyan çêke. Wê êrişî gundan kir, hin caran bi sêsed heta çarsed kesî û hevalên me revandin. Min bawer e ku çalakiyên me û helwesta me ya zelal derbarê şoreşa Sûriyê de sedemên serekî ne ji bo van êrişan. PYD niha piştgiriya şoreşê nake. Her çiqasî PYD îdia dike ku ew bi şoreşê re ye, lê kiryarên wê li dijî şoreşê ne. PYD şerê wan kesan dike, yên ku piştgiriya şoreşê dikin.
KurdWatch: Di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de ji bilî Azadî panzdeh partiyên din jî hene. Hûn dixwazin bêjin ku ev partî piştgiriya şoreşê nakin, yan li Efrînê ne çalak in? Bi rastî jî ji destpêka şoreşê ve li Efrînê kêm çalakiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hebûn, partiya we jî di nav de. Çima partiya we tenê di dema dawî de ewqas çalak bû? Mustefa Cuma: Nêzîkî deh partiyên di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de hebûna wan li Efrînê nîne, yan jî li wir tenê yek yan du endamên wan hene. Ev rewş li tevaya Kurdistana Sûriyê heye. Xurtbûna partiyan ne wek hev e. Hin partî hene ku li tevaya Sûriyê pêncî endamên wan jî nînin. Ezê ti partiyê bi nav nekim. Lê du sê partî hene ku li Efrînê xudan hebûn in. Ji wan Azadî, Yekîtiya Demokrat û el-Partî ya Ebdulhekîm Başar. Mixabin ew piştgiriya şoreşê wek hêvîkirî nakin. Loma me ji erkê xwe dît ku em çalak bibin. Mixabin çalakiyên me dîsa kêm bûn, ji ber PYD li dijî me rawestiya. Di hundurê Encûmena Niştimanî ya Kurdî de helwestek heye ku em ji gengêşeyên ligel PYD dûr rawestin. Azadî dûvre sê çar çalakiyên biçûk li dar xistin, lê êrişî van jî kirin. Destpêka salê hemû partiyên kurdî li Efrînê xwenîşandaneke mezin ya hevbeş bi 15-20 hezar beşdaran li dar xistin. Di îna pey wê de PYD rê neda ku xwenîşandan li dar bikeve. Tenê ji hevalên me yên partiyê şêst û heft birîndar bûn, lê hin kesên din jî. Lê beşdarbûna ji aliyê partiyên din ve kêm bû. Lê dîsa xelk derketin xwenîşandanê. Sedemek bingehîn çima partiyên din li vir bê bandor in, ew e ku ew li hember PYD ranawestin. Azadî cuda ye. Ev ne li gor kêfa PYD ye, loma ew di serî de êrişî Azadî dikin.
KurdWatch: Çalakiyên din çêbûn piştî ku êrişî xwenîşandanê kirin? Mustefa Cuma: Ti xwenîşandên din nehatin lidarxistin. Ew biryara Encûmena Niştimanî ya Kurdî bû. Wê biryar da ku em ti çalakiyên din li Efrînê pêk neynin, ji bo em û PYD bi hev nekevin.
KurdWatch: Di dema dawî de ti çalakiyên siyasî li dar neketin? Mustefa Cuma: Em mecbûr bûn li gor biryara Encûmena Niştimanî ya Kurdî tevbigerin. Lê di dema dawî de hat xwestin ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Efrînê çalak bibe. Ji me re hat gotin ku çênabe Encûmen wisa berdewam bike wek berê. Loma biryar hat standin ku semînar pêk werin. Semînar ji aliyê endamên partiya me hatin lidarxistin. Sedem ev bû, ku em û PYD bi hev ketin.
KurdWatch: Çend semînar pêk hatin? Mustefa Cuma: Di dema dawî de me çar semînar li dar xistin, dûvre ev êriş çêbû.
KurdWatch: PYD îdia dike ku Azadî bi bombeyan êrişa wan kir. Mustefa Cuma: Ev qet ne rast e. Me êrişî kesî nekiriye. Ev îdia PYD di televizyona Ronahî de û alavên din yên medyayê de belav kir. PYD bi sêsed heta çarsed şervanî êrişî gundan kir. Wê dest danî ser erebeyan û mal û milk. Piştî ku wê xelk revandin, me biryar stand ku em danûstandinan bi wê re rawestînin. Wan gelekî xwest ku em hevdu bibînin, ji bo kesên revandî radestî me bikin. Me hevdîtin nepejirand û got, bila ew qurbaniyên revandinê radestî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Efrînê bikin. Heta niha em bi PYD re rûneniştine. Me ti şaşî nekirine. Me ji bo Kurdan kar kiriye, me karê siyasî kiriye, çekên me tine bûn û me ti kes birîndar nekiriye.
KurdWatch: Li hawîrdorê Efrînê şer heye û Artêşa Azad ya Sûriyê heta niha hinek dever jî kiriye bin kontrola xwe. Di înternetê de vîdyoyên ciwanên Kurd hene, yên ku ne alîgirên PYD ne, û îdia dikin ku wan komên çekdar saz kirine, ji bo li dijî desthilatê şer bikin. Ev rast e? Mustefa Cuma: Na. Kesekî ji ciwanên me dest neavêtiye çekan û kesek ne amade ye vê yekê bike. Lê li bakurê Helebê şer heye. Heta mirov dikare bêjê ku Artêşa Sûrî ya Azad tevaya bakurê Helebê kiriye bin kontrola xwe de. Heta radeyekê wan birêvebirina wan navçeyan kiriye destê xwe de. Li başûrê Helebê jî şerên giran hene. Lê derbarê meseleya ciwanên Kurd de, ev mesele tê mezinkirin. Ez rewşê li wir xweş nasdikim. Tiştekî wisa qet nîne. Û em vê yekê naxwazin jî. Hîn jî hêviya me heye ku Kurd xwe bi çek nekin. Ji ber rejîm naye herêma me. Tiştê em dikin, em xweş dizanin çima em dikin. Em dixwazin ku Kurd karê xwe aştiyane bikin. Em ne di wê baweriyê de ne ku mafê PYD ye ku rahêje çekan. Kesên din jî divê ranehêjin çekan, ji bo em li dijî hev şer nekin. Kurd wê van çekan zû yan dereng li dijî hev bikarbînin, ez ditirsim ku rojekê kuştî jî hebin. Em hêvî dikin ku lihevkirinek di nav PYD û partiyên din de çêbibe, ji bo PYD çekên xwe deyne. PYD nuqteyên kontrolê li ser rêyan danîne. Vê hişt nerazîbûnek peyda bibe û hin kesan nuqteyên kontrolê xira kirin. PYD xwenîşandanan li dar dixe û van kesan wek bênamûs binav dike. Ew bangî xelkê dike, ji bo ku nuqteyên kontrolê biparêzin. Kêm kes dûv banga wan çûn. PYD niha hemû kesên ku guh nedan banga wê, wek bênamûs bi nav dike. Nuqteyên kontrolê û çekên di destên PYD de wê Kurdan bigihînin rewşeke xirab.
KurdWatch: Encûmena Gel ya Kurdistana Rojava îro ragehand ku ewê ji ber êrişa li nêzîkî Dêrikê nuqteyên xwe yên kontrolê li Cizîrê jî bi çek bike. Hûn vê biryarê çawa dibînin? Mustefa Cuma: Nuqteyên kontrolê yên PYD berê jî bi çek bûn. Ew niha wisa dikin, weke ku ew mecbûr bin nuqteyên xwe yên kontrolê bi çek bikin. Ew dixwazin bidin xuyakirin ku ew amade ne bo kuştinê. Ez hêvîdar im ku negihijê vê yekê. Ez duh li Qamişlo bûm. PYD ciwanên xwe yên kêr di dest wan de li ber mizgefta Qasimo bi cih kirine. Li hawîrdorî navçeya Hilêliyê nêzîkî sed kesên rûgirtî digerin, mirov tenê çavên wan didît. Ew wisa dihatin xuyakirin, weke ku ew amade bin mirovan bikujin. Ew hemû bi boriyên hesin û kêran bi çek bûn. Ew wisa xwenîşandanên xwe birêvedibin. Ma çêdibe em Kurd rê bidin dîmenên wisa li herêmên xwe? Ez dibêjim, tiştê li vir çêdibe ne baş e û metirsiyeke mezin e ji bo Kurdistana Sûriyê. Hezên biyanî li pişt vê pêşveçûnê hene. Me hêvî dikir ku hin [desthilatdarî] li Kurdistanê [ya Iraqê] yan Encûmena Niştimanî ya Kurdî pirsgirêkê bike destê xwe de. Mixabin di vê rêyê de ti biryarên erênî nehatin standin. Em mecbûr bûn gelekî li pey wan bin, heta wan [Encûmena Niştimanî ya Kurdî] ragehandinek derxistin, ku revandina hevalê me ji aliyê PYD şermezar dike.
KurdWatch: Li Kurdistana Iraqê peymanek di navbera PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî de hat imzekirin. Çawa ev lihevkirin pêk hat? Ew belge li ser însyatîfa kê bû? Mustefa Cuma: Şandek me ji mêj ve li herêmê ye û PYD jî şandek xwe rêkiribû wir. Wiha dixuyê ku hevdîtin bi arîkariya nivîsgeha serok Barzanî pêk hat. Nivîsgeha serok giring dît ku Kurdên Sûriyê bi hev re vê rewşa heyî çareser bikin û zordariyê bi rêyên aştiyane bidawî bikin.
KurdWatch: Çima peyman li Hewlêrê pêkhat? Barzanî dikare PYD bike bin zextê? Lihevkirineke wisa ne gerek bû li Qendîlê bihata imzekirin? Nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qendîlê bûn, bo çi wan li wir ev lihevkirin imze nekirin? Mustefa Cuma: Ez jî bi vê nêrînê re me. Min got nivîsgeha serokatiyê roleke giring hildigire ser xwe. Baş e ku peyman di bin çavdêriya wî de pêk hat. Lê ev lihevkirin wê ne serkeftî be, eger imzeya PKK jî ne li ser be. Ji bo çi imzeya nivîsgeha serokatiyê li ser belgeyê heye û ne ya PKK? Wê demê belkî lihevkirin serkeftî bûya. Komîteya Cîbicîkirinê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî wê rojên bê li ser peymanê şêwran bike û biryarê bistîne, ka em wê bipejirînin an na. Encûmena Gelê Kurdistana Rojava ya PYD jî dive hîn imze bike. Di axaftinan de, yên komîteya me bi PYD re birêvebir, wê hertim digot ku şaşî çêdibin. Lê ew hertim heman şaşiyan dike. Li ser kolanan ew tiştê ku dixwaze dike, tiştek li got lihevkirinê birêve naçe.
KurdWatch: Nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qendîlê gihan çi? Mustefa Cuma: Nizanim li ser çi hatiye axaftin. Em derbarê hevdîtinan de nehatin agahdarkirin. Em bi rêya çapemeniyê agahdar bûn ku Hemîd [Ebdulhemîdê Hecî Derwêş] û Mihemed Mûsa li wir bûn. Lê ew herdu ne endamên wê komîteyê ne, ya ku li cem me guftûgoyan bi PYD re birêve dibe. Diviyabû endamên vê komîteyê herin wir. Ev lihevkirin diviyabû li Qendîlê pêkhatiba, wê demê PKK jî wê berpirsiyarî hilgirte ser xwe.
KurdWatch: Hûn dibêjin ku hûn bi rêya çapemeniyê agahdar bûn ku endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qendîlê bûn. Ev çawa çêdibe? Hûn bi hev re naaxivin? Mustefa Cuma: Wisa ye. Û nimûneyên bêhtir yên wisa hene: Ewil, gava nûneratiya me li konferansa opozisyona Sûriyê bû li Stenbolê, em li wir agahdar bûn bi beşdariya wan di wê hevdîtinê de. Jihevhaydarbûn hinekî lawaz e. Ji ber rêberiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji aliyên siyasî yên cuda ne, her yek karê xwe dike û kêm guh dide yên din.
KurdWatch: Komîteyek we ya hevbeş nîne, ya ku tê de biryar tên standin? Mustefa Cuma: Belê hene. Sekreteriya Giştî, Komîteya Cîbicîkirinê û Kombûna Giştî hene. Kombûna Giştî ya Encûmen Niştimanî ya Kurdî her şeş mehan dicive, Komîteya Cîbicîkirinê her du mehan dicive, di rewşên aloz de civînek dikare zûtir pêk were, û civînên Sekreteriya Giştî dikarin her mehekê yan her du heftiyan jî pêk werin. Ez bi Îsmaîl Hemê re di Komîteya Cîbicîkirinê de me. Mixabin danûstandin nîne. Me hêvî dikir ku ev komîte karekî berhemdartir bike û komîteya me ya têkiliyên derve raportan ji me re rêke, bi imzeyên hemû endaman, lê heta niha ti raport ji me re nehatine şandin.
KurdWatch: Yek ji sênaryoyên Sûriyê ewe ku rejîm biherife, ku dezgehên ewlekariyê nemînin û anarşî belav bibe. Di rewşeke wisa de wê pêwîstî bi komîteyên parastina gel çênebe? Komîteyên mîna yên PYD? Ma ne gereke Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî amadekariyên wiha bike? Mustefa Cuma: Belê, ev hemû rast e. Mixabin PYD li pêşiya me hemuyan de ye. Eger Encûmena Niştimanî ya Kurdî bixwaze rolekê bilîze, gereke ew bi Encûmena Gel ya PYD re kar bike. PYD armancên xwe bi cih tîne. Ew xwe organîze dike û li her derê ye. Ew hemû herêmên Kurdistana Sûriyê dike bin kontrola xwe de. Û ew kesî li nik xwe napejirîne. Eger wê yên din bipejiranda, êrişî me nedikir. Ji bo PYD tenê PYD heye û kî bixwaze kar bike, divê di bin sîwana hêza wan de bike.
KurdWatch: Hûn PYD dikin berpirsiyar. Lê ev saleke Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji bo parastina gel tenê komîteyek jî saznekiriye. Ma ev ne di serî de berpirsiyariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye? Mustefa Cuma: Erê, ev rast e. Mixabin me biryarek wiha nedaye. Berî çend mehan min ji Komîteya Cîbicîkirinê re pêşniyar kir ku em komîteyên parastina gel saz bikin, ji bo dema eger rejîm xwe ji herêmê vekişîne. Ji bo alternatîfek din ji bilî PYD hebe. Eger rêyek din tine be, divê em bi PYD re jî kar bikin. Ti kesî piştgiriya vê pêşniyarê nekir. Ez dîsa dibêjim: Encûmena Niştimanî ya Kurdî nikare biryarên giring bistîne. Lê eger biryarên hevbeş neyên standin, ev tê wê wateyê ku yek yan du partî divê çalak bibin. Di heman demê de ev şaşiyeke. Me dixwest em bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurdî çalak bibin.
KurdWatch: Eger Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi karên xwe ranebe, lê mafê we ye jî ku hûn wek partiyeke serbixwe çalakiyan pêşbixin. Mustefa Cuma: Mafê me ye. Û ji kêmayî li Efrînê me mafê xwe yê siyasî bikar anî. Lê PYD endamên me binçavkir û îşkence kir. Dîsa dibêjim: PYD xwedî çek e lê em na. Ewê me tevan bikujin. 22ê hezîrana 2012ê
|
|
|