|
Heleb: Çalakvan ji aliyê kesên nenas ve hat revandin
KURDWATCH, 19ê tebaxa (August) 2012ê – Di 12ê tebaxa 2012ê de çalakvan Kemal Ehmed (jidayikbûn 1985 li Cindrêsê nêzîkî Efrînê) li ber deriyê dibistanekê, ku kirine kempeke penaberan, li taxa al-Suryanî li Helebê ji aliyê kesên nenas ve hat revandin. Şahidan ragehand, ku ew ji aliyê sê kesên bi cilên sivîl bi erebeyek cîp hat revandin. Ehmed endamê dezgeheke arîkariyê bû, sedemên revandinê heta niha nayên zanîn.
|