|
|
|
Heleb: Çalakvaneke PYDê hat girtin
1ê şibata (February) 2010ê – Munîra Henan Hemo (1967), zewicî ye û diya şeş zarokan e, roja 15ê çileya paşîna (January) 2010ê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve hat girtin. Çalakvana Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di çarçeweya amadekirinên ji bo ahengekê bi helkefta pêncemîn salvegera damezirandina rêxistina Yekîtiya Star, ku rêxistina jinan a PYDê ye, hatibû girtin. Ta niha ti agahiyên din li ser vê dozê peyda nabin.
|
|
|