|
Heleb: Çar xwendekar û şagirtek ji ber beşdarbûna di bîranîna Helebçeyê de ketin zindanê
9ê nîsana (April) 2010ê – Çar xwendekarên Zanîngeha Helebê û şagirtek ji 16ê adara (March) 2010ê ve li Helebê di zindanê de ne. Ferman Hisên Mihemed Elî (1991, xwendekarê beşê perwerdeyê, sala yekê), Henadî Temo Mihemed (1989, xwendekarê endezyariya makîneyan, sala duyem), Ronak Ebdilrehman Mihemed (1989, xwendekarê endezyariya elektrîkê, sala duyem), Siamend Mihemed Etê (1986, xwendekarê wêjeya fransî, sala yekem) û Ebdilezîz Mihemed Etê (1993, şagirtê pola nehê) di avahiya Zanîngeha Helebê de ji aliyê endamên zanîngehê yên endamê Partiya Bees ve hatin girtin, çimkî ew ji bo bîranîna Helebçeyê çend deqeyan bêdeng rawestiyabûn. Ew hatin radestkirin ji bo polîsên leşkerî li Helebê.
|