|
|
|
Heleb: Riyad Xelîl di zindanê de mir
KURDWATCH, 18ê îlona (September) 2010ê - Di 28ê tebaxa (August) 2010ê de Riyad Ehmed Xelîl (1968) li Helebê di zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî de mir. Ta niha ne naskirî ye bê ma mirina wî sirûştî bû yan encama işkencekirinê bû. Xelîl di 4ê tîrmeha (July) 2010ê de ligel kurê xwe Demhat hatibû girtin. Girtina wan jî girêdayî bû bi girtina kurê wî yê din Ehmed, ku şervanek PKKê bû. Piştî ku Ehmed Xelîl vegeriyabû Sûriyê, wî xwe teslîmî dezgehên sûrî kiribû. Ew hîn jî di zindanê de ye. Demhat Xelîl piştî mirina bavê wî serbest hat berdan.
|
|
|