KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
»KurdWatch« agahiyên li ser binpêkirinên mafên mirovan li hemberî gelê kurd li Sûriyê diweşîne.

Em behsa çîrokên van mirovan dikin, da em hayê raya giştî ya cîhanî ji wan bînin.

Ev statîstîk tenê ji wan binpêkirinên mafên mirovan pêk tên, ku me ew lêkolîn kirine - ne ji hejmara wan a rastî.
Binpêkirinên mafên mirovan ji sala 2009ê ve
604
Girtin
139
Tawanbarkirin
198
Işkencebûyî
73
Kuştî
6
Windabûyî
Agahiyên berfirehtir li ser statîstîkan >>

Em kî ne

»KurdWatch« malpereke serbixwe ye ku agahiyên li ser binpêkirina mafên mirovan li hemberî gelê kurd li Sûriyê diweşîne.

Em di xebata xwe de ji aliyekî ve giraniyê didin bûyerên rojane mîna girtin an jî dadgehkirina çalakvanan; ji aliyekî din ve em li ser babetên mîna pêk-
hatina (struktura) partiyên siyasî yên kurdî li Sûriyê, serjimartina awarte ya 1962ê, zoradriya li dijî jinan li herêmên ku bêtir Kurd lê dijîn, lêkolînan amade dikin. Ji bo me herweha raportên li ser »jiyana rojane« li Cizîr, Efrîn û Kobanî balkêş in: raportên li ser rewşa aborî, sîstema tenduristî, pêkhatina gel û babetên din.

Armanca me ya sereke ne ew e ku em ên pêşî bin ku bûyeran radigihînin - armanca me bêtir ew e ku em agahiyên rasteqînyane biweşînin, ku ji aliyê çavkaniyên cuda ve hatibin piştrastkirin.

Bi vî şêweyî em dixwazin valahiyên zanyarî û lêkolînan li ser rewşa gelê kurd li Sûriyê dagirin û piştgirtina xebata rêxistinên mafên mirovan, lêkolîner, siyasetvan û rojnamevanan, dadgeh û dezgehên din bikin.

Peywendî: info@kurdwatch.org.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]