Belge
Protokoleke Muxaberata Hêzên Ezmanî ya 3ê çireya paşîna 2011ê girêdayî têkiliyên di nav desthilata sûrî û PYD de
31ê adara (March) 2013ê - KurdWatch protokoleke Muxaberata Hêzên Ezmanî ya 3ê çireya paşîna 2011ê belav dike, ku li gor wê nûnerên rêjîmê serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Salih Mihemed Muslim, li dawiya çireya pêşîna 2011ê li Şamê dîtin, da ku wî ji bo hevkariyê qayil bikin. Gotinên wî wisa tên nivîsîn, ku PYD û Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demokrat, ya ku PYD endamê wê ye, ne ji bo hilweşandina rêjîmê lê ji bo guherîna wê ne. Eger Beşar El-Asad dev ji serokatiyê berde û bibe namzedê hilbijartinan ewê wî hilbijêre. Herweha ewê hewl bide ku, Kurdan qayil bike ku ew jî vê yekê bikin, ji ber Beşar El-Asad yê herî başe ji bo Sûriyan bi giştî û ji bo Kurdan bi taybetî. Di axavtinekê de bi KurdWatch re Salih Muslim di 30ê adara 2013ê de ragehand, ku hevdîtina şirovekirî nayê bîra wî. Di dema ku ew li Şamê bû û di pey re jî wî têkilî bi rêjîmê re nedanîye. Salih Mihemed Muslim piştrast kir ku PYD ji 17ê îlona 2011ê hilweşandina rêjîmê daxwaz dike. Herweha wî ti carî piştgiriya hilbijartineke nû ya Serokkomar nekiriye. KurdWatch di demeke nêzîk de ê dirêjaya hevpeyvînê biweşîne.
[PDF daxîne]
Peymana hevrêziyê ya diwan di nav Encumena Gel ya Kurdistana Rojava û Encumena Niştimanî ya Kurdî
4ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di 11ê tîrmeha 2012ê de nûnerên Encumena Gel ya Kurdistana Rojava û Encumena Niştimanî ya Kurdî (ENK) peymaneka hevrêziyê ya diwan imze kirin, ya ku gereke têkiliyan di nav Partiya Yekîtiya Demorkat (PYD) û partiyên ENK serrast bike. Peyman pistî hevdîtinan li Selahedî (Kurdistana/Iraqê) pêkhat, ya ku mîna peymana 11ê hizêrana 2012ê [Belgeyê daxîne] di pey vexwendina serokê herêma Kurdistan/Iraq, Mesûd Barzanî, pêk hatibû. Nuqteyeke taybet ya peymanê, qedexekirineke giştî ya zordariyê, ji aliyê PYD ve ta îro nayê bicihanîn. KurdWatch nivîsa peymana hevrêziyê diweşîne.
[PDFê daxîne]
Ragehandina dawî ya Kongreya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ya di 26ê cotmeha 2011ê de û ragehandina kombûna Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya di 21ê nîsana 2012ê de
2yê cotmeha (Oktober) 2012ê – Di 26ê cotmeha 2011ê de li Qamişloyê Kongreya Niştimanî ya Kurdî li dar ket [agahiyên bêhtir girêdayî kongireyî], ku di wê kongreyê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî hat sazkirin. Ragehandina dawî ya ku li ser vê kongreyê derketibû, di 21ê nîsana 2012ê de ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû pejirandin [agahiyên bêhtir], herwiha bernameyeke siyasî hate derxistin. Cudahiya di navbera bernameya nû û ya kevin de tenê ewe, ku mafê çarenûsiya Kurdan û nenavendîtiya siyasî bi nivîskî naye xwestin. KurdWatch nivîsa resen ya ragehandina dawî ya cotmeha 2011ê, herwiha biryarên 21ê nîsana 2012ê belav dike.
[PDFê daxîne]
[PDFê daxîne]
Ragehandina dawî ya kongireyê yekê yê Encumena Niştimaniya Sûriyê li Nûnisa Paytext
30ê îlona (September) 2012ê – Di dema kongireyê yekê yê encumena xwe ya giştî di 17 û 18ê çileyê pêşîn yê 2011ê li Tûnisa paytext [agahiyên bêhtir girêdayî kongireyî] Encumena Niştimanya Sûriyê bernameyek derxist, ya ku dîtinên girêdayî çareseriya pirsa Kurdî li Sûriyê jî tê de hebûn. KurdWatch nivîsa resen belav dike.
[PDFê daxîne]
Peymaneke hevrêziyê di navbera Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê
1ê tîrmeha (July) 2012ê – Di 11ê hizêrana 2012ê de Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê, rêxistineke ku ji aliyê PKK ve di 16ê çileya paşîna 2011ê de hat damezirandin, ku nûnerên PYD jî tê de hene, û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, peymaneke hevrêziyê imze kir. Belge gerek têkiliyên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD de baş bike. Kongireyê PYDê belge di bernameya xwe de pejirandibû. Di heman demê de kongireyê daxwaz kiribû ku li gor belgeyê komîteyeke bilind ji nûnerên herdu aliyan bê saz kirin. Di kongireyê de hat gotin ku dema ku komîte hat saz kirin, PYD dê li gor biryarên wê tevbigere. Dûr ji vê guhertinê PYDê di pey imzekirinê re jî hejmarek mezin ji çalakvanên li dijî rejîmê revandin. KurdWatch belgeya Peymana Hevrêziyê diweşîne.
[PDFê daxîne]
Peymana Niştîmanî li ser pirsa kurdî li Sûriyê
17ê gulana (Mai) 2012ê – Piştî ku di 27ê adara 2012ê de endamên Encûmena Niştimanî ya Sûrî û nûnerên din yên kurd ji kongireyeke opozîsyonê li Stenbolê vekişiyabûn, ji ber nerazîbûna li dijî helwesta Encûmena Niştimanî ya Sûrî li beramber pirsa kurdî [agahiyên bêhtir girêdayî babetê], Encûmena Niştimanî ya Sûrî helwesta xwe di 31ê adara 2012ê de ji nû ve nivîsî. Kurdwatch belgeyê diweşîne.
[PDFê daxîne]
Mersûmên li ser Rewşa Awarte, Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê, rêbaza cezakirina tawanan û mafê xwenîşandanê
30ê hizêrana (June) 2011ê – Wek bersiveke bûyerên ji adara 2011ê ve serok Beşar el-Esed di 21ê nîsana (April) 2011 de biryara komek mersûm da: Mersûmê 161ê Rewşa Awarte bi dawî tîne. Mersûmê 53ê dawî li Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê tîne. Mersûmê 55ê rêbaza cezakirina tawanan diguherîne û Mersûmê 54ê rêbazeke nû ji bo mafê xwenîşandanê pêk tîne.
Dawîanîna li Rewşa Awarte ya ji sala 1963ê ve û li Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê du xweztekên bingehîn ên oposîtsyona sûrî bûn. Di rastiyê de herdu mersûman rewşa mafên mirovan baştir nekir û mafên welatiyan xurtir nekirin. Tevî dawîanîna li Rewşa Awarte desthilata hêzên ewlekariyê yên cuda nehat sînorkirin, wek ku tevgera wan di çarçeweya xwenîşandanên li dijî rêjîmê eşkere dike. Divê mirov li bende beb ê piştî dawîanîna li Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê wê dadgehên ji bo dozên siyasî wê biryarên siviktir bistînin an na. Heman tişt ji bo pirsa bê ma wê dadgehên medenî di dozên siyasî de bi şêweyekî berbiçav biryarên cuda bistînin ji dadgehên leşkerî di dema Rewşa Awarte de.
Mersûmê 55ê lêkolînên di tawanên cezayê de li gor komek ji bendên qanûna cezayê dispêre dezgehên cezayê. Berî hingî lêkolînên di van meseleyan de karê dezgehên ewlekariyê bû. Di nav van bendên qanûna cezayan de ew bend jî hene ku di salên dawî de doz li dijî çalakvanên siyasî yên kurd dihatin vekirin û ew dihatin tawanbarkirin. Eger ev mersûm bi rastî bê bicîanîn, hingî wê desthilata dezgehên ewlekariyê bi şêweyekî berbiçav bê sînorkirin. Ta niha ne diyar e bê ma dezgehên ewlekariyê bi rastî jî lêkolînan dispêrin dezgehên cezayê.
Mersûmê 54ê ji bo sazkirina mafê welatiyan ê »xwenîşandanên aşityane« hatiye amadekirin. Ta niha ev armanc pêk nehatiye. Ji orta adarê ve ji aliyê xwenîşanderan ve di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de ti zordarî nehatiye pêkanîn. Dîsa jî ne tenê bi hezarên xwenîşanderan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin û di gelek rewşan de işkencekirin, lê li gor raportên oposîtsyonê ta niha dora 1 500 kes hatine kuştin. Bi ser de jî li dijî gelek kesan ji ber beşdarbûna di xwenîşandanên bê ruxset de doz hatine vekirin. Di rastiyê de xwenîşander doza ruxseta ji bo xwenîşandanên xwe nakin, wek ku di Mersûmê 54ê de hatiye xwestin. Lê ev yek wê ne gengaz be: Rûxandina Beşar el-Esed û hikûmeta Bees yek ji xweztekên bingehîn ên xwenîşanderan e. Rola sereke ya Partiya Bees di dewlet û civakê de di destûrê de hatiye misogerkirin. Ji ber ku li gor bendê 3ê yê vî mersûmî nabe ku xwenîşandan bendên destûrê binpê bikin, xwenîşandanên ku doza dawîanîna li desthilata Bees dikin an rola sereke ya Partiya Bees rexne dikin, ruxset ji bo wan nayê dayin. Doza rûxandina Beşar el-Esed dikeve çarçeweya bendê 374ê yê qanûna tawanan – îhanetkirina serokê dewletê – û bi vî awayî qanûnê binpê dike. Pirsgirêk ne di deqa Mersûmê 54ê de ye, lêbelê di qanûna heyî de. Ev yek li vir jî xuya dike, dema hatiye nivîsandin ku ji bilî welatiyan herweha partiyên xwedî ruxset, rêxistinên girseyî, sendîqa û rêxistinên ne hikûmî xwedî mafê qeydkirina xwenîşandanan in. Li Sûriyê hema bêje rêxistinên ne hikûmî yên qeydkirî tunene. Tevaya partiyên xwedî ruxset, rêxistinên girseyî û sendîqa rêxistinên hikûmetê ne.
[Mersûmê 161ê]
[Mersûmê 53ê]
[Mersûmê 55ê]
[Mersûmê 54ê]
Xweztekên şanda parêzgeha Hisiçayê ji bo Beşar el-Esed di 5ê nîsana 2011ê de
21ê hizêrana (June) 2011ê – Di 5ê nîana (April) 2011ê de nûnerên kurd û ereb ên parêzgeha Hisiçayê katalogeke xweztekan ên girêdayî parêzgehê radestî serok Beşar el-Esed kir. Bi tevayî 24 xweztek bêtir bi kêşeyên aborî û çandinî ve girêdayî ne. Di nav wan de hema bêje xweztekên siyasî tunene. Dayina nasnameyan ji bo Kurdên bê nasname yên ne qeydkirî (mektûm) rewşeke awarte pêk tîne. Bi vî awayî ev xweztek bi temamî ji yên xwenîşanderên ciwan in li Qamişlo û bajarên din ên parêzgehê cuda ne, ku ew doza demoqratîkirineke bingehîn ji bo Sûriyê dikin.
Tiştê balkêş di van xweztekan de ew e ku dîskrîmînekirinên aborî yên piralî nîşan didin, ku nişteciyên parêzgeha Hisiçayê, Kurd û Ereb, rastî wan tên. Li vir mirov dikare behsa paşdemayina herêmê di warê înfrastrûktûrê de. Wek mînak bal tê kişandin ser wê yekê ku xebitandina berhemên ji parêzgehê ne gengaz e. Înfrastrûktûra pêwîst – aş, kargehên şînkayên di qutiyan de û rafîneriyên petrol û xazê – tunene yan erêkirinên ji bo avakirina wan nayên dayin. Herweha eşkere dibe ku beramberî parêzgehên din Hisiça di rewşeke xerab de ye. Li deverên din xwediyên zeviyan belgeyên milkiyetê distînin, lê ev yek li Hisiçayê pêk nayê. Ji ber vê piştguhkirinê rewşa aborî ya giştî li Hisiçayê, ku ji ber derfetên wê yên çandinî herêmeke zengîn e, û ji ber piştguhkirina girêdayî bi kêmbûna baranê ve di salên buhurî de xerab e.
Ev kesên jêrîn ji wan kesan bûn ku ev xweztek imze kirine:
Hemîd Silêman, nûnerê eşîra Şêxan-Kîkî
Semîr el-Paşa, nûnerê eşîra Koçeran
Mihemed Xelo, nûnerê eşîra Mêrsîniyan
Mehmûd el-Paşa, nûnerê eşîra Milî
Îsa Seedûn, nûnerê eşîra Milî
Mislih Şukrî Deqorî, nûnerê eşîra Deqoriyan
Ehmed Deham el-Hadî, şêxê eşîra Şemer
Ebdilezîz Mihemed el-Mislit, şêxê eşîra el-Cibûrî
Hilû el-Hilû, şêxê eşîra el-Idwan
Nûrî el-Tallaa, şêxê eşîra el-Bagara
Mihemed Ebdilrezaq el-Tey, şêxê eşîra Tey
Şêx Hisên el-Hecî, serokê eşîra Benî Sebee
Şêx Ebdilkerîm Salih el-Ibêdo, nûnerê eşîra Herb
Beşar Deham, şêxê eşîra el-Şerabîn
Îsa Silêman Hec Seedûn, serokê eşîra Bahdînan
Mata Rohî, mitranê Siraniyên li Cezîrê û Firatê
Ebdilrahman el-Ebdela, muftiyê parêzgeha Hisiça
Xazî Ibrahîm
Parêzer Mihemed Ibrahîm el-Paşa
Ebdela Fatimê
Yûnis Hec Ehmed
Yûnis Xidir
Mihemed Ehmed Hec Mensûr
Ehmed el-Dirbas
Mirov dikare tevaya kataloga xweztekan wek PDF daxîne.
[PDFê daxîne]
Protokolên tehqîqê yên Dezgeha Ewlekariya Siyasî û Dezgeha Ewlekariya Dewletê bi çalakvanên PKKê re
KURDWATCH, 31ê adara (March) 2011ê – KURDWATCH protokolên pênc tehqîqan diweşîne, ku dezgehên muxaberatên sûrî yên cuda bi sê endamên Yekîtiya Star re, ku rêxistina jinan a Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) e, û herweha bi alîgirekî Partiya Karkerên Kurdistanê re kirine. Berevajî belgeyên berê KURDWATCH navên di van belgeyan de guhertine. Me biryara vê yekê da, da ku em kesên ku tehqîq bi wan re hatine kirin, ji gotinên mîna »xayin« biparêzin. Wan di tehqîqan de – ta radeyeke gelekî mezin li jêr işkenceyan – agahiyên berfireh li ser strukturên partiyê û çalakvanên din eşkere kirine.
Protokol herweha dihêlin ku mirov strukturên PYD/PKK û herweha siyaseta dewleta Sûriyê beramberî vê rêxistinê nas bike. Protokol ji aliyekî ve piştrast dikin ku PYD û PKK yek in, berevajî îdîayên gelek çalakvanan. PYD rêxistina Sûriyê ya PKK ye. Hemû çalakvanên jin ên girtî di Yekîtiya Star de çalak bûn û ew ji ber vê yekê, wek ku KURDWATCH nas kir, li Sûriyê hatin tawanbarkirin. Di heman demê de çalakvan di tehqîqan de eşkere dikin ku ew di kampên PKKê de hatine perwerdekirin û ji jinên din re »ramanên« Ebdela Ocalan dixwendin.
Herweha eşkere dib ku ta niha PKK li Sûriyê xwedî tevneke berbiçav ji alîgir û dostan e. Protokol ne tenê behsa hejmara mezin a kesan dike, ku di salên 1980ê de li Sûriyê hatine anîn nav rêzên partiyê. Ew herweha behsa gelek hevkaran dike, ku ta niha alîgirên PKK li cem xwe dihewînin an bi awayekî ji awayan piştgirtiya wan dikin. Tenê hejmara çalakvanên jin ên di protokolan de behsa wan hatiye kirin, dibe ku bilindtir be ji hejmara jinên din ku di nav rêzên partiyên kurdî yên sûrî yên din de çalak in. Ev balê dikişîne ser pejirandineke bilind a PKKê di nav gelê kurd li Sûriyê de. Ev pejirandin, peywendiyên hevkariyê yên bi salan di navbera Sûrî û Tirkiyê de û herweha rastiya ku PKK rêxistineke kadroyan a baş organîsekirî ye, ku xwedî şervanên çekdar e, diyar dikin bê çima dewleta Sûriyê bi zordariyeke taybetî li dijî wê tevdigere. Ev siyaset di dawiya salên 1990î de dest pê kir dema ji Ebdela Ocalan hat xwestin ku ji Sûriyê û Libnanê derkeve – berî hingî PKK dikarîbû bêyî ti astengan şervanên xwe perwerde bike – û ew di hejmara mezin a girtin, tawanbarkirin û işkencekirinan a çalakvanên PYDê de eşkere dibe, ku mirov wê bi partiyên kurdî yên sûrî yên din bide ber hev. Lê divê mirov bêje ku dibe ku şiroveyên din ji bo hejmara zêde a binpêkirinên mafên mirovan beramber alîgirên PYD/PKKê hebin. Ger bi rastî jî li Sûriyê alîgirên PKKê ji yên partiyên din zêdetir bin, ev yek dikare sedemek be, ku alîgirên PYDê bêtir tên girtin û işkencekirin.
Tevî çewisandinên li jorê behskirî PKK li Sûriyê xwedî derfetên tevgerê yên berbiçav e. Ger mirov bûyereke di destpêka 2011ê de deyne alî, ku hingî komek ji endamên PKKê ji aliyê artêşa sûrî ve li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de hatin kuştin, endamên PKKê ta roja îroj bêyî ti pirsgirêk bi qaçaxî sînorê Sûriyê derbas dikin. Ev jî di protokolan de eşkere dibe, dema çalakvanên jin behsa derbaskirian sînor a gelek caran dikin û diyar dikin bê çawa komek ji kesên nû di nav rêzên PKKê de bi hevre bi qaçaxî ji Sûriyê hatine şandin kampên PKKê li Iraqê. Mirov dikare bêje ku qet ne gengaz e ku hayê dezgehên ewlekariyê yên sûrî ji van tevgerên li ser sînor tuneye. Ne naskirî ye bê ta çi radeyê ev »çavgirtin« li ser esasê strukturên ku di dema buhurî de çêbûne û herweha berjewendiyên hin kesan an jî bi razîbûna dewletê pêk tên.
Di dawiyê de ev protokol nîşan didin ku endametiya rêxistineke çekdarî ya kadroyan mîna ya PKKê tê wateya windakirina autonomiya kesayetî. Ti bandora kadroyan li ser wê yekê tuneye, bê ew tên veguhestin kûderê û bê ew mecbûr in kîjan erkan pêk bînin. Ew bi her awayî girêdayî qata birêvebir in. Ta bi peywendiyên bi dê û bavan re yan jî çûna pêwîst a cem pijîşkan tenê bi destûra birêvebiran gengaz in.
[PDFê daxîne]
Biryara li dijî Welat û Selahidîn Eyûb Mihemed ji ber binpêkirina bendê 307ê yê qanûna tawanan
KURDWATCH, 8ê çileya pêşîna (December) 2010 - Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 20ê hizêrana (June) 2010ê de li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan li Welat û Selahidîn Eyûb Mihemed birîn. Ceza ji ber mercên sivikker hatibû daxistin çar mehan ji bo her yekî ji wan. Doza li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan ji ber mersûmê jimar 22 di 24ê şibata (February) 2010ê de hatibû rawestandin [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]. Herdu kes bi hewandina belavokên (partiyan) tên gunehkarkirin, ango bi nivîsandina agahiyên ji van belavokan. Biryara dadgehê eşkere dike ku hewandina pirtûk û belavokên xwedî bîrûboçûnên ne li go helwesta hikûmetê (di vê dozê de li ser bûyerên Qamişo di sala 2004ê de) hingî jî dikarin dibin sedema zindankirinê, ger ev bîrûboçûn bi ti awayî bi şêweyekî vekirî û eşkere nehatibin ragihandin. Wek ku di biryara dadgehê de hatiye nivîsandin, ceza gerek bibe sedema tirsandina kesine din ku bixwazin bi heman şêweyî tevbigerin.
[Biryara dadgehê daxîne]
Biryara li dijî Mihemed Şêxo Îsa, Xelîl Ibrahîm Mihemed, Ebdilselam Şêxmûs Mehmûd û Ramî Şêxmûs el‑Hesen ji ber binpêkirina bendê 307ê yê qanûna tawanan
KURDWATCH, 16ê îlona (September) 2010ê – Di 17ê çileya paşîna (January) 2010ê de Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê ji ber beşdarbûna wan di deqeyeke bêdeng de şeş meh zindan li Mihemed Şêxo Îsa, Xelîl Ibrahîm Mihemed, Ebdilselam Şêxmûs Mehmûd û Ramî Şêxmûs el-Hesen birîn. Beşdarbûna wan wek »gurrkirina pêşhikumên mezhebî« hat tawanbarkirin. Wergera biryara dadgehê dikare wek PDFê bê daxistin.
[PDFê daxîne]
Ji ber »tawanên li dijî dewletê« Wezareta Hundir li 287 nişteciyên parêzgeha Hisiçayê yên ku li derve dijîn, digere
KURDWATCH, 16ê tebaxa (August) 2010ê – Wek ku berê hatibû ragihandin, di destpêka gulanê de lîsteyên bi navên kesên ku li derveyî Sûriyê dijîn, hatine şandin ji dezgehên nifûsê li parêzgeha Hisiçayê re. Ligel van lîsteyan ji dezgehên nifûsê re ferman hatiye şandin, ku bêyî erêkirina Dezgeha Ewlekariya Dewletê nabe ku ew belgeyên nasnameyê bidin wan kesên ku navên wan di lîsteyan de ne. KurdWatch niha nisxeyek ji tevaya lîsteya navên hemû kesên peywendîdar li parêzgeha Hisiçayê – bi tevayî 287 kes in – û herweha nisxeyek ji nameya Wezareta Hundir a sûrî bi dest xist. Ji vê nameyê eşkere dibe ku kesên ku navên wan di lîsteyê de ne, ti belgeyên nasnameyê nastînin, ne bi şêweyekî şexsî, ne jî di rêya mirov û parêzeran re. Ev herweha tê wê wateyê, ku ew nikarin di rêya nûnerîtiyên Sûriyê li derve doza paseportan bikin an nikarin belgeyên ji dezgehên nifûsê bi dest bixin, ger bixwazin bizewicin.
Berevajî baweriya te niha, lîste ne ya Dezgeha Ewlekariya Dewletê ye, lêbelê ya Wezareta Hundir e. Lê piraniya kesên di lîsteyê de mecbûr in serî li Dezgeha Ewlekariya Dewletê bixin, dezgehên ewlekariyê yên din pir kêm hatine behskirin. Di nameya Wezareta Hundir de hatiye nivîsandin, ku ew kesên di lîsteyê de, ku ji Sûriyê reviyane û xwe dane alî, ji ber »tawanên li dijî dewletê« li wan tê gerîn. Di rastiyê de piraniya kesên di lîsteyê de çalakvanên siyasî ne – bi taybetî behsa Kurdan, lêbelê ya Ereb û Filehan jî tê kirin. Beşek ji wan di zaroktiya xwe de ji Sûriyê derketine. Ji ber vê yekê divê fermana nehiştina dana belgeyan ji bo van kesan mîna cezakirina kesên ku wek dijber tên dîtin, bê fêmkirin.
Balkêş e ku ne hemû kesên ku navên wan di lîsteyên xweser ên Amûdê, Tirbesipî û Qamişloyê de hene, di lîsteya giştî de ne. Dibe ku ev yek ji wê yekê be, ku lîste di demine cuda de, ku ji bo me ne naskirî ne, hatine amadekirin. Ji ber ku lîste berdewam tên nûkirin, »tenaqud« dikarin pêk werin, wek ku li jor hatiye behskirin.
Wergera nameya Wezareta Hindir û tevaya lîsteya navan dikarin wek fayleke PDFê de bên daxistin:
[PDFê daxîne]
Doza Xalid Meemo Kenco
KURDWATCH, 29ê tebaxa (August) 2010ê – KurdWatch protokola tehqîqa bi Xalid Meemo Kenco re ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve, nameya Dezgeha Ewlekariya Dewletê ji bo dozgeriya dewletê li Şamê û biryara dadgehê li dijî Kenco bi dest xistin. Kenco di 1ê îlona (September) 2009ê de ji Elmanyayê hatibû vegerandin Sûriyê, lê ew div ê navberê de dîsa vegeriya. Ji belgeyan eşkere dibe ku Kenco ji ber çalakiyên wî yên li koçberiyê hatiye dadkirin. Herweha ji protokola dezgeha ewlekariyê diyar dibe ku Kenco navên dost û nasên xwe dane, ku li Elmanyayê beşdarî çalakiyên li dijî rêjîma Sûriyê bûne. Di hevpeyvînekê de ligel KurdWatch Kenco diyar kir ku wî nav li jêr işkenceyê dane. Wî herweha ragihand ku Dezgeha Ewlekariya Dewletê agahiyên ji dosyaya wî ya penaberiyê ya elmanî jê re eşkere kirine. Wî got ku dezgeha ewlekariya berê zanîbû ku wî di hevpeyvîna ligel Dezgeha Federal ji bo Koçberiyê û Penaberan de gotiye ku wî di dema pêkanîna erkê leşkeriyê de agahiyên nihênî gihandine balyozxaneya emerîkî li Şamê. Wî berdewam kir û got ku ew li cem Dezgeha Ewlekariya Dewletê li jêr işkenceyan li van agahiyan mûkir hatiye. Kenco texmîn dike ku dezgeha biyaniyan a parêzgeha wî ev agahî ji dosyaya wî ya penaberiyê gihandine balyozxaneya sûrî.
[Protokola tehqîqa bi Xalid Meemo Kenco re ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve]
[Biryara dadgehê]
[Protokola tehqîqa bi Xalid Meemo Kenco re ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve]
Qanûn jimar 41
[PDFê daxîne]
Biryara li dijî Mistefa Cumaa Bekir, Seedûn Şêxo û Mihemed Seîd el-Umer ji ber binpêkirina bendên 285 û 307ê yên qanûna tawanan
[PDFê daxîne]
Biryareke îdarî - Qedexekirina radestkirina şehadeyên dibistanan ji bo kesên mektûm (2008)
[PDFê daxîne]
Biryara li dijî Fêsel Sebrî Neeso, Fener Cemîl Seedun û Nesridîn Mihemed Berhik ji ber binpêkirina bendê 288ê yê qanûna tawanan
[PDFê daxîne] [Biryara eslî daxîne]
Biryara li dijî Derwêş Xalib Derwêş û Zekî Ismaîl Xelîl ji ber binpêkirina qanûna çapemeniyê
[PDFê daxîne]
Mersûmê jimar 93 - 23. 8. 1962 - Pêkanîna serjimartineke giştî li parêzegha Hisiçayê
[PDFê daxîne]
Mersûmê 49ê
(10. 9. 2008)
[PDFê daxîne]
Biryara 768: Girtina dikanên bi navên kurdî
(20. 4. 2000)
[PDFê daxîne]
Biryara li dijî Mişeel Temo ji ber binpêkirina bendên 285, 286 û 288ê yên qanûna tawanan
(11. 5. 2009)
[PDFê daxîne]
Fermana îdarî 186: Veguhestina mamosteyên kurd
(1. 3. 2009)
[PDFê daxîne]
Zanîngeha Helebê: Berdana xwendekarên kurd ji zanîngehê
(12. 3. 2009)
[PDFê daxîne]
Zanîngeha Helebê: Îhalekirina xwendekarên kurd ji bo Komîteya Dîsîplînê
(8. 8. 2009)
[PDFê daxîne]