|
|
|
Dêrik: Berpirsek Partiya Çep a Kurdî hat girtin
30ê adara (March) 2010ê – Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Dêrikê roja 28ê adara (March) 2010ê Mehmûd Xelef Sefo (1958, zewicî ye, sê zarok) girt piştî ku jê hatibû xwestin ku serî lê bide. Sefo endamê polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê ye. Ew di 29ê adara (March) 2010ê de hat veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê. Ta niha sedemên girtina wî ne diyar in.
|
|
|