KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
»KurdWatch« agahiyên li ser binpêkirinên mafên mirovan li hemberî gelê kurd li Sûriyê diweşîne.

Em behsa çîrokên van mirovan dikin, da em hayê raya giştî ya cîhanî ji wan bînin.

Ev statîstîk tenê ji wan binpêkirinên mafên mirovan pêk tên, ku me ew lêkolîn kirine - ne ji hejmara wan a rastî.
Binpêkirinên mafên mirovan ji sala 2009ê ve
604
Girtin
139
Tawanbarkirin
198
Işkencebûyî
73
Kuştî
6
Windabûyî
Agahiyên berfirehtir li ser statîstîkan >>

KURDWATCH, 17ê hizêrana (June) 2013ê - Di 12ê hizêrana 2013ê de Ednan Şêx Mihemed (jidayikbûn 1977 li Kobaniyê, zewicî, pênc zarok), endamê komîteya herêmî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê û endamê Ketîbeya Eniya Kurdan ya Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS), di êrîşeke hêza ezmanî ya sûrî de li ser bajarê Reqayê jiyan ji dest da. Partiya Pêşverû di 13ê hizêranê de şînîya bingorkirina Mihemed li Kobaniyê lidar xist.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê gulana (May) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 1 heta 7ê hizêrana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 7ê hizêranê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Quseyr û Xûta, îrdeyek naşkê« de derketin ser kolanan û doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tenê xwenîşandanek li Hisiça li darxistin, wan li dijî êrîşên AAS li ser cihên YPG li Efrînê protesto kirin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek pêkhat. Li Amûdê tenê xwenîşandanek hebû ku ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve, di nav de hevrêziya Avahî, hatibûn amade kirin. Li Serê Kaniyê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiî ya Demokrat) xwenîşandanek sêşemê li darxistin, wan daxwaza bidawîkirina pevçûnan li Efrînê kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê û Kobaniyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî şemiyê li dar ketin. Roja Sêşemê 4ê hizêranê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar xwenîşandanek li Dêrikê li darxist, xwenîşanderan daxwaza serbestberdana hemû girtiyê di zindanên rêjîmê û PYD de kirin. Li Girkê Legê, Çil Axa, Tirbesipî, û Efrînê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.  

ShareThis

KURDWATCH, 14ê hizêrana (June) 2013ê - Di  29ê gulana 2013ê de Şepal Mihemed Emîn Ibrahîm (jidayikbûn 1978 li Qamişlo, zewicî, sê zarok) ji girtîgehê serbest hat berdan, Ew di 22ê îlona 2011ê de hatibû girtin û ji ber beşdariya xwenîşandanan li gor benda 335 û 336 ya yasaya cezayê hatibû tawanbarkirin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Ibrahîm ji KurdWatch re ragehand: »Di tevaya dema girtina min de ne ji mafê min bû ne ez mirovan ne hevalan ne jî parêzvanekî bibînim. Di pênc mehên pêşî de ez hatim îşkence kirin, niha jî mîna ku berê jî hebûn, astengiyên min yên tendurustî hene«.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê hizêrana (June) 2013ê - Di 29ê hizêranan 2013ê de Mesûd Hesen, endamê Partiya Demokrat a Kurd - Sûriye ya Lezgîn Mehmûd Fexrî û rêberê  Hêzên Tevlîbûnê yên kurdî  ji aliyê Asayişê (Hêzên Ewlekariyê) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) serbest hate berdan. Ew di 15ê adarê de ji aliyê endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatibû girtin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Endamekî Hêzên Tevlîbûnê ji KurdWatch re ragehand »Hesen  serbest hate berdan tenê piştî ku wî peymanek imze kir, ku li gor wê Hêzên Tevlîbûnê bidawîbûna xwe ragehand. Lê YPG ragehandinek belav kiriye ku li gor wê Hêzên Tevlîbûnê xwe bidawî dike û hemû endamên wê tevlî YPG dibin. Belê ev yek ne raste. Emê hertiştî bikin ji bo em bergiriya xelkên Kurd bikin.«

ShareThis

KURDWATCH, 13ê hizêrana (June) 2013ê - Di 6ê hizêranan 2013ê de karmendên Dezgeha Ewlekariya Siyasî a rejîma sûrî Ehmed Ebdilqadir Simo (jidayikbûn li Tel Temrê, zewicî, du zarok, naskirî wek Xebat Simo) li taxa kurdan ya li Şamê Rukneddîn girtin. Simo endamê sekretariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye û endamekî çalake ji endamên komîteya herêmî ya wê taxê.

 

ShareThis

KURDWATCH, 13ê hizêrana (June) 2013ê - Di  29ê gulana 2013ê de Asayişê [Hêzên Ewlekariyê] yên (PYD) Welat Murad Heso, Mizgîn Mihemed Remedan, Aras Mihemed Salih, Ciwan Silêman Yasîn û Idrîs Remedan serbest berdan. Endamên Ketîbeya Şêx Meşûq Xeznewî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê di 17ê nîsanê de bi şervanekî dî re yê ketîbeyê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatibûn revandin [agahiyên bêhtir girêdayî mijare]. Welat Murad Heso, rêberê ketîbeyê ji KurdWatch re ragehand: »Ez nehatim îşkencekirin, lê wan xwest min bitirsînin û çend rojan di zindana tekane de bûm. Di dema vepirsînan de wan ez tawanbarkirim bi ednametiya rêxistineke qedexe.« YPG idîa kiribû ku vepirsîna wî bi navê Desteya Kurdî ya Bilind e. Lê di rastîyê de ew û şervanên dî ji ber xebata endamên Komîteya Taybet ya Leşkerî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî hatin serbest berdan. Ketîbeya Şêx Meşûq kete bin fermana vê komîteya taybet. Li gor Heso nêzîkî çarsed endamên ketîbeyê hene.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 25heta 31ê gulana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 31ê gulanê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »prinsîpên şoreşê xetên sorin« de derketin ser kolanan. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) piştî vehesîneke kin dîsa çend xwenîşandan li darxistin, wan li dijî êrîşên AAS li ser cihên YPG li Efrînê vê protesto kirin[agahiyên bêhtir]. heftiyê tenê xwenîşandanek li Qamişlo li darxistin, wan di wê de serbestberdana Ebdullah Ocelan xwestin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda ve), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) herweha li ber mizgefta Qasimo li tarika rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek pêkhat. Li Amûdê du xwenîşandan hebûn ku ji aliyê PYD û komên cuda yên ciwanan ve, di nav de hevrêziya Avahî, hatibûn amade kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî dev ji amadekrina xwenîşandanekê berdan ji ber mûsimê çandinîyê û ji ber imtîhanên bidawîkirinê yên vê sala dibistanê. Li Hisiçayê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Kobaniyê û Girkê Legê du xwenîşandan li darketin, ji aliyê PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve. Li heryekê ji bajarên Dirbêsî, Çil Axa û Tirbesipiê Encumena Niştîmanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin, li Girkê Legê tenê bi dehan xwenîşander beşdar bûn. Herweha PYD roja şemiyê xwenîşandanek li Tirbesipiyê li darxist û duşemê jî protestoyek li Dirbêsiyê. Li Efrînê û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2013ê – Di 23ê gulana 2013ê de li nêzîkî gundên şî'î Nubel û Zehra (bîst kîlometr li başûrê Efrînê) di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) de pevçûn çêbûn. Li aliyê AAS çend ketîbeyên kurdî jî beşdar bûn. Nubel û Zehra ji zêdeyî salekê ve di bin embargoya AAS de ne. Ev yek YPG tawanbar dike, ku ew alîkarîyê dibin ji yekîneyên rejîma sûrî re herweha ji şervanên Hizbûlah yên li wir bi cihkirî re jî. Li gor çavkaniyeke KurdWatch AAS rawestandina vê alîkariyê xwestibû. Piştî bêencamiya danûstandinan YPG careke din şer kiribû . Di 24 û 25ê gulanê de êrîşeke AAS li dijî cihên YPG li çend gundên kurdî destpê kiribû. Di 31ê gulanê de û di 2, 3, û 6ê hizêranê de jî pevçûn li bakur û li rojavayê Efrînê hebûn. Di pevçûnan de bi dehan şervan ji herdû aliyan hatin kuştin, di nav wan de şervana YPG Meryem Selah Mihemed (jidayikbûn 1991, li Raco, naskirî wek Sulav). Niha AAS hemû rêyên diçin Efrîn kirye bin destê xwe de.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê hizêrana (June) 2013ê – Di nivîseke wezîrê sûrî yê petrol û samanên hesinî de ya ji serokwezîr re hatîye şandin, ya ku di internetê de hatiye weşandin û ji aliyê KurdWatch ve wekû piştrast hat naskirin,  li ser hevdîtinekê di nav nûnerên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), rêberê kampanya sûrî ya petrolê ya dewletê, herweha rêberê Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiça tê axavtin. Civîn di 17ê çireya paşîna 2013ê de bû. Li gor nivîsê PKK daxwaz kiriye, ku parastina zeviyên petrolê li herêmên kurdî bikeve destê wê de. Wezîr şîretê dike ku ev daxwaz bê bicih anîn, ji ber wisa rê li ber astengiyan li herêma kurdî tê girtin û kar berdewam dibe. Herweha PKK tehdîd kiriye ku êrîşî zeviyên petrolê li herêmên kurdî bike, eger kontrolkirin nekeve destê wê de. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Rimêlan ji êrîşên Artêşa Azad ya Sûrî diparêzin û imkanê dikin destê hikûmeta sûrî de ku bidestxistina petrola li wir texzînkirî berdewam bibe, ya ku li seranserî welêt herî geleke. Ev bidestxistin ji bo şer giringe, ji ber Sûriye ji hêla navneteweyî ve di bin embargoyê de ye û nikare petrolê ji derve bistîne. Li gor karmendekî îdareya Rimêlanê ku dev ji kar berdayî PYD ji bo xizmeta binavkirî pereyan ji hikûmetê distîne.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê hizêrana (June) 2013ê  - Di 1ê hizêrana 2013ê de Asayişê (Hêzên Ewlekariyê) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) çalakvanên navenda ciwanan ya Zelal herweha yên koma jinan Ronî li Qamişo çend saatan binçavkir û vepirsîn li gel wan pêk anî, ewan çalakvanann ser li penaberên ereb dabûn û lîstikên zarokan li wan belav kiribûn. Karmendekî Asayişê sixêf li wan kirin û wan wekû »gemar« pîskir û ew tawanbarkir ku ew piştgiriya aborî ji Encûmena Niştimanî ya Sûrî li Istanbûlê distînin. Herweha wê xwest ku navend bi rengê fermî li cem Asayiş were qeydkirin berî ku çalakiyên dî li dar bixin.

ShareThis

Hevpeyvînek nû:
Salih Mislim Mihemed, serokê PYD: »Em serbest û serbixwene, û stratejiya me ya taybet heye«

KURDWATCH, 4ê hizêrana (June) 2013ê – Salih Mislim Mihemed (jidayikbûn 1951, endezyarê kîmyayê, zewicî, pênc zarok) ji 2010ê ve serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat (PYD) ye, şaxê sûrî yê PKK. Di hevpeyvînekê de bi KurdWatch re wî nerînên xwe nîşan dan, herweha li ser têkiliya di nav PYD û rêjîma sûrî de axivî.
[Bêtir bixwîne]

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]