|
|
|
Qamişlo: Dîsa xwenîşandan, dîsa êrîşên PYD
KURDWATCH, 6ê tîrmeha (July) 2012ê – Di xwenîşandanên 29ê hizêrana (June) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Baweriya me bi serketina Xwedê tê« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma xweser de »Encûmenên jinan garantiyên civake azad in« xwenîşandanên xwe pêk anîn. Li Qamişlo li tarikên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê koma ciwanan Biratî û koma ciwanan ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û Qidûrbeg (ji aliyê koma ciwanên ereb ve) xwenîşandan hebûn. Sê xwenîşandanên dî ji cihê sereke yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr, dest pê kirin. Xwenîşandan ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî li Sûriyê ve hatibûn amade kirin. Li gel ku xwenîşandana PYDê dereng piştî nîvro pêk hat, hejmarek mezin ji alîgirên PYD tevaya rojê bi kêr û daran li cihê xwenîşandê li ber derê mizgefta Qasimo man. Li Amûdê jî sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li dirbêsiyê du xwenîşandan li dar ketin, yek ji aliyê PYD ve û ya dî ji aliyê Encumena Nîştimanya Kurd ve. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê, Çil Axa, Serê Kanî û herweha li taxên Kurdan, Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn li Şamê, xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Koabniyê û Efrînê alîgirên çekdar ên PYD dîsa êrîşî dijberên rêjîmê kirin [agahiyên bêhtir girêdayî babetê], wisa wan nikarî xwenîşandana ku jê re amade kiribûn, li dar bixin.
|
|
|