KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Binpêkirinên mafên mirovan ji sala 2009ê ve

Girtin
Di sala 2009ê de bi tevayî 209 girtin pêk hatin, di sala 2010ê de 137 bûn, di sala 2011ê de 200 bûn û ta niha 10 girtin di sala 2012ê de.

Tawanbarkirin
Di sala 2009ê de bi tevayî 69 kes di dadgehê de hatin tawanbarkirin, di sala 2010ê de 46, di sala 2011ê de 15 kes û di sala 2012ê de ta niha 5 kes. Beşek ji kesên dadkirî di sala buhurî de hatibûn girtin.
Di sala 2009ê de bi tevayî girêdana 60 kesên dadkirî bi partiyeke siyasî ve hebû. Herî bêtir endam an alîgerên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) (41 doz), Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê (6 doz), Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar (4 doz) û Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (3 doz) hatin dadkirin.
Di sala 2010ê de bi tevayî 28 kesên dadkirî bi girêdana bi partiyeke siyasî ve dihatin gunehkarkirin. Herî bêtir endam an alîgerên Yekîtî (7 doz) û PYD (7 doz) hatin dadkirin.
Gilîkirin û tawanbarkirinên ku ji sala 2009ê ev hatine qeydkirin, li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan (88 doz), bendê 307ê yê qanûna tawanan (90 doz), bendê 336ê yê qanûna tawanan (40 doz) û bendê 267ê yê qanûna tawanan (18 doz).

Işkence
Ji sala 2009ê ve 48 kesên ku rastî işkenceyan hatine, alîger an endamên partiyên siyasî ne. Girêdana 37 kesî bi Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD)ê, ya 5 kesan bi Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar, ya 3 kesan bi Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, ya kesekî din bi Partiya Rêkeftin a Kurdî li Sûriyê, ya kesekî din bi Partiya Azadî a Kurdî li Sûriyê û ya du kesan bi Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ve hebû.

Kuş
Leşkerên ku di ser de hatî kuştin di vê serjimartinê de cih nagirin.

[Ji bo amadekirina vê nivîsê agahiyên heta 01ê gulana (May) 2013ê hatine bikaranîn.]

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]